Li Wanê çalakiya protestoyê: AKP îradeya aşitiyê ceza dike!

Cezayê girtîgehê yê Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Berdevkê Heyeta Îmralî Sirri Sureya Onder li Wanê bi çalakiyekê hate protesto kirin.

Cezayê girtîgehê yê Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Berdevkê Heyeta Îmralî Sirri Sureya Onder ku ji ber rolê di ‘Pêvajoya Çareseriyê’ de lîstibûn hate birîn,  li Wanê bi çalakiyekê hate protesto kirin.

Rêxistina HDP’ê ya Wanê li pêşiya avahiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, Parlametera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, Hevşaredara Artemêtê ku hatiye dagirkirin Rojbîn Çetîn û gel beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘ENCAMA DIJBERÊN AŞITIYÊ ‘

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede ve hate xwendin û wiha tê gotin; “Ev biryar bi vekirî dide nîşandan ku hikûmet li dijî aşitiyê ye û di politîkayên şer de israr dike. Koalîsyona AKP-MHP’ê di şerê li Sûriyeyê de ji bo çeteyan dest bi lêgerînên agirbestê dike lê aşitiyê layîqî gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê nabîne.”

BANG LI GEL HATE KIRIN

Dede wiha jî got;

“Îro cezakirina îradeya aşitiyê  Demîrtaş û Onder di heman demê de îradeya me û helwesta me ye. Em ê bi biryardarî vêya bidomînin. Em bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku xwedî li vê îradeya demokratîk, aşitî û têkoşîna demokrasiyê derbikevin.”

Piştî daxuyaniyê girseya gel çalakiya rûniştinê pêk anî û dirûşmeyên ‘Zext nikarin serê me bitewînin’ berz kirin.