Li Wan û Colemêrgê berfê rêyên gundan girt

Li Wan û Colemêrgê berfê rêyên gundan girt

Li Wan û Colemêrgê ji ber sedema barîna berfê ya zêde rêya 80 gund û 120 gundikan hate girtin. Li Qers û Erziromê jî serma ket bin -20 pileyî.

Li gorî agahiyên ku îdareya Taybet ya bajarê Wanê ya tekoşîna li hemberî berfê daye, ji ber sedema barîna berfa zêde rêya 58 gunda hatiye girtin. Yekîneyên tekoşîna bi berfê re dane diyarkirin ku, ewan ji bo vekirina rê dest bi xebatê kirine.

Hate ragihandin ku, li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê jî ji ber sedema berfa zêde rêya 22 gund û 120 gundiyan hatiye girtin. Hate diyarkirin ku, li cihên bilind storahiya berfê gihay metreyekî û li navenda navçeyê jî 30 santîman bariya ye.

Weke din jî li ser rêya Şapatan û Harûnan ya di navbera Şemzînan-Geverê de jî zehmetî tên kişandin. Hate destnîşankirin ku, ji bo vekirina rê xebat têne meşandin.

Li aliyê din jî pileya sermayê bi şev li Qersê dikeve bin -24, li Erziromê -21, Agiriyê -17, Erdexan -12, Erzîngan -7 û Îdir -2 yî.