Li Viyanayê, ji bo Sûriyeyê 'lîste' tê amadekirin

Der barê krîza li Sûriyeyê de alî sibe careke din li Viyanayê dicivin. Beriya vê civînê îro civîneke amadekar tê lidarxistin.

Der barê krîza li Sûriyeyê de alî sibe careke din li Viyanayê dicivin. Beriya vê civînê îro civîneke amadekar tê lidarxistin.

Di civîna amdekariyê de wê lîsteyek bê destnîşankirin. Di vê lîsteyê de wê navê beşdarên civîna roja Şemiyê bibin bê diyarkirin.

Hevalbendê xurt ê rejîma Sûriyeyê Rûsyayê, li welatên beşdarî civîna dawiya meha Cotmehê bûbûn, belgeyek ji pêşniyarên xwe yên ji 8 xalan belav kir.

Welatên Rojavayî ev pêşniyar red kirin. Li gorî agahiyên ku medya rojavayî dispêre çavkaniyên dîplomatîk, her welat wê karibe lîsteya xwe ya navan pêşkêş bike.

Dûre wê ji nava van navan 20-25 kes bên neqandin. Ev yek wê bi awayekî du komîsyonan werin birêxistinkirin. Yek ji komîsyonan wê li ser reforma siyasî, ya din jî li ser ewlekariyê be.

Her du komîsyon wê bi rêberiya qasiê NY yê ji bo Sûriyeyê Stafan de Mîstûra bixebitin.

Komîteyeke amadekar a ji karmendên 9 welatan jî, wê li ser lîsteya mûxalîfan, lîsteya rêxistinên terorîst û pirsgirêkên însanî raweste.

Di mijara komên terorîst de aliyên Rûsya-Îran û DYA-Hevalbendên Ewropî li hev nakin.

Gelek komên ji aliyê rojavayiyan ve weke 'nerm' tên dîtin, ji aliyê Sûriye û hevalbendên wê ve terorîst tên dîtin.

Blokek bi pêşengiya Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê, bi komên weke El Nûsra û DAIŞ'ê yên ku li dijî mirovahiyê sûc dikin, di nava têkiliyê de ne. 

Rûsyayê li ser beşdaran lîsteyek ji 38 kesan pêşkêş kir. Di lîsteya Rûsya de Kurd jî cih digirin.

Erebîstana Siûdî lîsteyek ji 20 kesan, Misirê jî ji 10 kesan pêşkêş kir.