Li Viyanayê bîranîna şehîdan
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, PKK'iyên çalakiyên fedayî kirin û endamê Komîteya Navendî ya MLKP'ê Bayram Namaz hatin bîranîn.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, PKK'iyên çalakiyên fedayî kirin û endamê Komîteya Navendî ya MLKP'ê Bayram Namaz hatin bîranîn.
Civîna bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistan û dinyayê dest pê kir.
Nûnerê MLKP'ê di civînê de daxuyaniyek da û berxwedêrên fedayî Ayten Beçet, Zulkuf Gezen, Medya Çinar, Zehra Saglam, Ûgûr Şakar, şervanê Îtalyayî Lorenzo Orseti yê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû û Fermandarê MLKP'ê Bayram Namaz (Baran Serhat) bi bîr anî.
Di daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê de fermandarê efsanewî Mahsûm Korkmaz hate bîranîn.
Di civînê de her wiha bi navê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH), Partiya Komunîst Maoîst û Însiyatîfa Sendîkavanên Komunîst axaftin hate kirin.