Li Toronto pîrozbahiya bi coş a 15'ê Tebaxê

Li bajarê Kanada Torontoyê, Pêngava 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin.

Li bajarê Kanada Torontoyê, Pêngava 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin.

Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca beriya pîrozbahiya 15'ê Tebaxê hin hevdîtin kir. Ûca û Hevserokê Meclîsa Gel Îhsan Kaya, bi Wezîrê Parastina Milî ya Kanadayê Jason Kenny û Berdevkê Meclîsê Bernard Trottîer re hevdîtin kirin. Di civînê de mijarên Rojava, Kobanê, Şengal û polîtîkaya şer a AKP'ê hatin nirxandin.

Her wiha Serokê One World International ku saziyeke mezin a alîkariyê ya Kanadayê ye Mejît El Safî bi Ûca re civîneke xwarinê pêk anî. Di civînê de alîkariyên însanî yên ji bo Kobanê û Şengalê hatin nirxandin.

DER BARÊ POLÎTÎKAYA ŞER DE GEL HAT AGAHDARKIRIN

Pêngava 15'ê Tebaxê jî li bajêr ji aliyê gelek kesan ve hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya li Parka Earlscourt de hunermendên herêmî derketin ser dikê û Hevserokê Meclîsa Gel a Torontoyê Îhsan Kaya der barê waeya Pêngava 15'ê Tebaxê de axivî. Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca jî der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan, operasyonên leşkerî û qirkirina siyasî de agahî da gel. Di pîrozbahiyê de Wezîrê Parastina Milî Jason Kenny, Berdevkê Meclîsê Bernard Trottîer û Serokê One World International Mejît El Safî jî amade bûn.