'Li Tirkiyeyê wê êdî xurek jî neyê peydakirin'

Ji Meclîsa Kedê ya HDK'ê Ebrû Yildirim hişyarî da ku têkçûna aboriya Tirkiyeyê wê bibe sedem ku xwarin, xureka sereke jî peyda nebe.

Endama Meclîsa Kedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ebrû Yildirim li ser têkçûna aboriya Tirkiyeyê ji ANF'ê re axivî.

Ebrû Yildirim bi bîr xist ku 47 ji sedî yê nifûsa welêt bi mûçeyê kêmtirîn, yanî bi 2323 lîreyî dixebitin û got, "Li aliyê din qîmetê lîre roj bi roj kêm dibe. Ev jî tê wateya kêmbûna derfetên kirînê."

Ebrû Yildirim anî ziman, li Tirkiyeyê ku çandinî hatiye tunekirin, razamenî li hilberîna pîşesaziyê nehatiye kirin, bi avaniya xwe re ku xwe dispêre kirîna ji derve, her ku pereyê xwe li pêşberî dolar û euro bêqîmet dibe, berhemên ku ji derve tên kirîn jî biha dibin.

Ebrû Yildirim diyar kir ku li hemberî vê bihabûnê, mûçeyê ku karmend werdigirin heman pere ye, ku nîvê kedkaran jî nikarin heqdestê xwe werbigirin.

Ebrû Yildirim got, "Dema ku buhayê benzînê zêde bû, bi zema li ragihandinê re ev yek neçar e bandorê li her tiştî bike, buhayê her tiştî zêde bike. Xuya ye bi vî rengî bidome wê xurek, xwarina bingehîn jî nikaribe bê peydakirin. Zivistan li pêşiya me ye. Lêçûnên germkirinê jî wê li vê zêde bibe. Ji ber pandemî ji meha Cotmehê û pê ve wê gelek kargehên din bên girtin. Ev jî tê wê wateyê wê gelek mirovên din ji kar bên derxistin."

Ebrû Yildirim bandora polîtîkayên şer ên li ser têkçûna aboriyê bi bîr xist û got, "Desthilatdariya ku îdîa dike ku li ber çar aliyên dinyayê radibe, bi temamî bi derve ve girêdayî ye. Gel û welat saet bi saet xizan dibin. Weke min beriya niha got, zivistan tê. Şewba vîrûsê jî baş nehate birêvebirin. Dema ku mirov hemûyan datînin ber hev, eşkere ye ku wê bêkarî, xizanî û birçîbûn zêde bibe. Dibe ku ev yek jî di asteke gelekî bilind de rû bide. Hîn van rojan Sefîrê DYE'yê yê Tirkiyeyê diyar kir ku Tirkiye nikare deynê xwe yê li fîrmayên dermanan ên DYE'yê bide. Divê ev yek weke daxuyaniyeke ji rêzê neyê dîtin. Ev daxuyanî bi dîtina min yek ji nîşaneyên wê yekê ye ku rêveçûna aboriyê çiqasî nebaş e. Dibe ku Moratoryûm jî bê ragihandin. Yanî dibe ku qeyûm deynin ser welêt."

Ebrû Yildirim anî ziman ku rewş di asteke metirsîdar de ye û got, "Welat, berdêla kiryarên ji sala 1915'an ve tên kirin, dide. Ne tenê encamên kiryarên li dijî Ermen û Kurdan, her wiha encamên polîtîka aboriyê ya li ser vê yekê hatiye avakirin, ji bo nasnemeya Tirk bûye windahiyeke giran, lê hay ji vê nînin. Lewma şert e ku gelê Tirk xwe bi rêxistin bike, xwedî li rûmet û keda xwe derkeve û aştiyê ferz bike."