Li Tirkiyeyê Futbolê dîsa can girt

Li Tirkiyeyê Futbolê dîsa can girt

Ciwanê bi navê Burak Yildirim  yê 21 salî ku ji maça Fenerbahçe û Galatasayê vedigeriya, bi kêrê hate kuştin.

Maça Fenerbahçe û Galatasarayê ku du êvarê hat lîstin, alîgirê Fenerbahçeyê Burak Yildirim yê 21 salî jî ji maçê vedigeriya.  Yildirim di derketina rawestgeha metrobusa Edîrnekapi ya alî Pira Mehmet Akîf Ersoy de ji aliyê hin kesên nasnameya wan nediyar ve hat kuştin.

Ambulans hat cihê bûyerê û Yildirim rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Weqfa Bezm-î Alem.  Ligel hemû mudaxaleyan Yildirim jiyana xwe ji dest da. Nayê zanîn ku qetilkirin bi çi motîvasyonê hatiye kirin.

Nayê zanîn ku çiqas têkiliya kuştinê  bi futbolê heye lê, fanatîzma futbolê ya ku rojeva sereke ya Tirkiyeyê, dem bi dem dibe sedemamirin, birîndarî û pevçûnan.  Li Tirkiyeyê maçên futbolê ji rojeva siyasî wêdetir di rojevê de ye.