Li Tirkiyeyê çapemenî bûye amûreke dewletê
Akademîsyen Mehmet Raûf Kesîcî, sekna çapemeniyê ya li dijî akademîsyenên aştiyê dixwazin rexne kir û got, çapemenî di nava sînorên dewletê de maye û mîna amûrekê tê bikaranîn.
Akademîsyen Mehmet Raûf Kesîcî, sekna çapemeniyê ya li dijî akademîsyenên aştiyê dixwazin rexne kir û got, çapemenî di nava sînorên dewletê de maye û mîna amûrekê tê bikaranîn.
Bi rêya Biryarnameyên di Hukmê Qanûnî de, bi hezaran akademîsyen ji zanîngehan hatin avêtin. Di nava van akademîsyenan de endamên Însiyatîfa Akademîsyenên ji bo Aştiyê jî hene. Van akademîsyenan, di Çileya 2016'an de weke nerazîbûnek li komkujiyên li bajarên Kurdan, ku di dema qedexeya derketina derve de dihatin kirin, belavokek weşandin û gotin 'Em ê nebin hevparê vî sûcî'. Beşek ji van akademîsyenên ji ber daxwaza aştiyê ji zanîngehan hatin avêtin, li hin zanîngehên li Ewropayê karê xwe didomînin. Yek ji van jî Doç. Dr. Mehmet Raûf Kesîcî ye, ku di 1'ê Îlona 2016'an de ji Zanîngeha Kocaeliyê bi biryarnameyê hat avêtin. Kesîcî li Zanîngeha Dûîsbûrg-Essen a Elmanyayê weke lêkolîner dest bi kar kir. Kesîcî di heman demê de, di nava koordînasyona 'Li dijî şer û dîktatoriyê Forûma Aştiyê ya Ewropayê, ku ji aliyê rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar û sendîkavanên neçar man ji Tirkiyeyê derkevin ve hatiye avakirin, cih digire. Mehmet Raûf Kesîcî ji ANF'ê re axivî.
BELAVOKA KU ME MOHRA XWE DANÎN BINÎ, LI 'PEYMANA TIRKÎTIYÊ' NEDIHAT
Kesîcî da xuyakirin, ku hem naverok hem jî dema weşandina belavoka wan 'Em ê nebin hevparê vî sûcî' li 'Peymana Tirkîtiyê' ya ji aliyê Bariş Unlu ve hatiye pênasekirin, nedihat û got, "Îlan dikir ku li dijî dewleta komkuj em li cem gelê Kurd in û ji bo berxwedêran aştiyeke bi rûmet dixwazin. Ji ber vê yekê min mohra xwe danî binî. Piştî îmzekirinê, em bûn hedefa serdestan. Serokkomar hewl da heqaretê bike, em hatin binçavkirin, ketin ber lêpirsîna edlî û îdarî, lêkolînên me hatin astengkirin, di destpêkê de wezîfeya me ya îdarî me hat standin û di dawiyê de jî em ji kar hatin avêtin."
Der barê sedema xwe ya hatina Ewropayê de ev agahî da: "Ji bo karibim lêkolînên xwe bidomînim hatim Ewropayê. Ji 1'ê Çileya 2017'an û pê ve, ji bo du salan bi bûrsa Phîlîppe Schwartz min li Zanîngeha Dûîsbûrg-Essenê weke lêkolîner dest bi kar kir." Kesîcî anî ziman, sedemeke din a hatina wî ya Elmanyayê ew e, hevjîna wî ya akademîsyen li vir dijî.
Kesîcî destnîşan kir, eger di referadûma serokatiyê de dengê 'erê' derkeve, ew ê demeke dirêj venegere Tirkiyeyê.
Kesîcî ragihand, akademîsyenên mîna wî neçar man e ji Tirkiyeyê derkevin, niha derfetên karê zanistî li akademiyên serbixwe dafirînin.
ÇAPEMENÎ BÛYE AMÛREK DI DESTÊ DEWLETÊ DE
Akademîsyen Raûf Kesîcî têkildarî rewşa çapemeniya Tirk jî ev nirxandin kir: "Ez çapemeniya Kurd û çend saziyên çapemeniya serbixwe naxim nava wan. Lê bi giştî çapemeniya Tirkiyeyê, bûye hevparê hemû sûcên dewlet û serdestên li Tirkiyeyê. Hemû nirxên gerdûnî û pîvanên rojnamevaniyê binpê kirine. Helwesta vê çapemeniyê li ser meseleya Kurd û mijarên din ên girîng, bi taybetî sekna wan a li dijî akademîsyenên ji bo aştiyê, di çarçoveya sînorên dewletê de ye. Çapemenî ji aliyê dewletê ve weke amûrekê tê bikaranîn. Lewma eger dewlet wezîfeyeke ji bo reşkirina akademîsyenên hatine Ewropayê bide vê çapemeniyê, wê ev çapemenî ya ji dest bi bike."
GUHERTINA DESTÛRA BINGEHÎN NE MEŞRÛ YE
Doç. Dr. Kesîcî anî ziman, hewldanên ji bo guhertina destûra bingehîn a îro tê kirin, divê weke hewldanek ji bo qanûnîkirina rewşa heyî ya ne meşrû ye, bê dîtin û got, "Divê di her astê de em li ber vê yekê rabin."
Kesîcî herî dawî got, "Îmzekirina belavoka 'Em ê nebin hevparê vî sûcî' çalakiyeke polîtîk û girseyî bû. Dibe ku mexdûriyetên şexsî derketibin holê, lê belê bi dîtina min divê rewş bi çîrokên mexdûriyeta şexsî neyê vegotin."