Li Tirkiyê qezayên kar li gorî sala borî zêde bûn

Li Tirkiyê qezayên kar li gorî sala borî zêde bûn

Meclîsa tenduristiya karker û ewlehiyê diyar kir ku li gorî ‘rapora cînayetên kar a meha Cotmehê’ di 10 mehên destpêkê yên salê de 1017 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Di tevayê sala 2012’an de 867 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Faruk Çelîk diyar kir ku: “ Li Tirkiyê qezayên kar û di van qezayan de mirin kêm kirine.” Lê  di rapora hatiye diyarkirin de: “ Em weke meclîsa tenduristiya kar û Ewlehiya kar hewl didin cînayetên di meha Îlona 2011’an de çêbûne, qeyd bikin. Em dibînîn ku cinayetên kar kêm nabin, ber bi zêdebûnê ve dewam dikin.”

Li gorî raporê di 10 mehên destpêkê yên sala 2013’an de 1017 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Li gorî mehan bîlanço wiha ye: Meha Çile 84 karker, meha Şibatê 61 karker, meha Adarê 74 karker, meha Nîsanê 74 karker, meha Gulanê 115 karker, meha Xezîranê 105 karker, meha Tîrmehê 120 karker, meha Tebaxê 148 karker, meha Îlonê 127 karker û di hema Cotmehê de 109 karkeran jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî bîlançoya 10 mehên detpêkê li gorî sala borî hîn zêde bûye.