Li Şamê êrîşî kampa penaberên Filistînê kirin

Li Şamê êrîşî kampa penaberên Filistînê kirin

Hate ragihandin ku, balefirên şer yên artêşa Sûriyeyê êrîşî kampa penaberan ya Filistînê ya li Şamê kirin û di êrîşê de 25 kes mirin.

Li gorî agahiyên ku muxalîfan dane, balefirên şer yên artêşa Sûriyeyê li Kampa Penaberan ya Yarmûk ya penaberên Filistînî û Sûriyeyên ji warên xwe bûne, hatiye bombebaran kirin. Kampa penaberan ya ku herî kêm du roket lê ketîn, li mizgeftekê ketiye û herî kêm 25 kes mirine. Tê gotin ku, di nav kesên jiyana xwe ji dest dane, Sûriyeyên ku neçarmane ji warên xwe derkevin û li wargeha penaberan bicih bibin jî hene.

Tê ragihandin ku, balefirên şer yên artêşa Sûriyeyê hinek herêmên başûrê Şamê ku di navbera hêzên muxalîf û rejimê de gelek caran şer lê derdikevin jî bombebaran kirine.