Ciwan: Em ê hesabê Enes bipirsin!

Polîsan êrîş birin ser rêxistinên ciwanan û xwendekarên zanîngehê yên ku bertek nîşanî întîharkirina Enes Kara yê li yurda cemaetê ya ku ji ber zextên malbatê lê dima dan, kirin rojnameger Yadîgar Aygun jî di nav de gelek kes bi îşkenceyê destgîr kirin.

Dema ku rêxistinên ciwanan û xwendekarên zanîngehê li Cadeya Îstîklalê ya Taksîmê xwestin neçarkirina Enes Kara ji bo xwekujiyê şermezar bikin, polîsan êrîşî wan kirin. Rojnameger Yadîgar Aygûn jî di nav de gelek kes hatin derbkirin û destgîrkirin.

Rêxistinên ciwanan û xwendekarên zanîngehê nerazîbûn nîşanî neçarkirina Enes Kara ji bo xwekujiyê dan û daketin Kolana Îstîklalê ya Taksîmê û şermezar kirin.

Ciwanan li kolana Buyuk Parmakkapiyê li hev kom bûn, pankarta “Di vê pergalê de pêşeroja me tune, em ê bijîn” vekirin û bi berzkirina dirûşmeyan dest bi meşê kirin. Polîsan êrîşî ciwanên ku rexmê hemû astengiyan jî meşiyan kirin. Ciwanan li dijî êrîşa polîsan hevdu girtin. Lê polîsên Tirk dest bi derbkirina ciwanan kir û gelek ciwan destgîrkirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê ciwanên ku li Kolana Mîsê dîsa hatin cem hev hat dayin de, peyama "Em ê hesabê ji vê pergala ku Enes ber bi mirinê ve biriye bipirsin" hat dayîn. Piştî daxuyaniyê ciwanên xwestin belav bibin dîsa ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Ciwanên ku ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin bi lêdanê hatin destgîrkirin.

ROJNAMEGER YADÎGAR AYGUN JÎ HAT DESTGÎRKIRIN

Ciwanên ku ji pişt ve hatibûn kelepçekirin û di wesayîta desgîrkirinê de dihatin ragirtin, bi berzkirina dirûşmeya "Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe", êşkenceya li wan hat kirin protesto kirin.

Komek ciwanên ku desgîrkirina hevalên xwe protesto kirin dîsa li Kolana Îstîklalê kom bûn û ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Polîsên ku kom asteng kirin dor li ciwanan girtin.

Wekîlê HDP'ê Mûsa Pîroglû jî ku ji bo piştgiriyê bide ciwanan hat çalakiyê, di nava kesên hatin dorpêçkirin de bû.

Rojnameger Yadîgar Aygun jî ku nûçe dişopand, di dema êrişa polîsan de rastî lêdanê hat û hat destgîrkirin, endamên çapemeniyê yên xwestin wêneyan bikişînin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.