Li Swîsre û Belçîkayê bîranîna şehîdan

Li Swîsre Wînterthurê û Belçîka Antwerpenê şehîd hatin bibîranîn.

Atakan Mahîr (Ibrahîm Çoban) û Ronî Munzur (Mahmût Laçîn) ku 11'ê Tebaxê li Dersimê şehîd bûbûn û Endamê Koordînasyona Êzîdiyan a Şengalê Zekî Şengalî (Ismet Ozden) ku 16'ê Tebaxê bi suîkasta dewleta Tirk şehîd bûyî li Swîsre Wînterthurê hatin bibîranîn.

Bîranîna li hêwana dawetê ya Royalê, bi tevlêbûna 500 kesî pêk hat. Li ber pankarta 'Şehîd Rûmeta me ne' wêneyên şehîd Mahîr, Munzur û Şengalî, yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurd de şehîd bûbûn hatin rakirin.

Di bîranînê de Endamê Konseya Rêveber ê KCK'ê Zubeyîr Aydar axivî. Aydar got, ''Em ê têkoşîna ku şehîdan di rêya azadiyê de hiştine serfiraz bikin, bila ev sonda me ya li şehîdan be.''

Bi belgefîlman jiyana şehîdan hate vegotin. Li ser navê Dayikên Şehîdan û xizmên wan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, gerîlayên ku li çar parçeyên Kurdistanê şer dikin û girtiyên zindan hatin slavkirin û hate gotin ew ê li têkoşîna wan xwedî derkevin.

ANTWERPEN


Li Antwerpenê jî ji bo Dijwar Colemêrg (Yilmaz Aşan) û Rûken Faraşîn, Zekî Şengalî û 3 aktîvîstên Kurd ku li Îranê hatin darvekirin bernameyek bîranînê hat çêkirin.