Li Swêdê seferberiya ji bo alîkariya bi tîma futbolê ya Asûrî re

Tîma futbolê ya Asûrî-Suryaniyên li Swêdê Assyrîska FF Fotbol, bi zor û zehmetiyên aborî re rû bi rû ye.

Tîma Assyrîska FF Fotbol a ji aliyê Asûrî-Suryaniyên koçî Swêdê kirin ve di sala 1974'an de li navçeya Sodertalje ya Stockholmê hat damezrandin û bi demê re veguherî rûmet û serbilindahiya Asûrî-Suryaniyên li her çar aliyên cîhanê, bi zor û zehmetiyên aborî re rû bi rû ye.

Eger Assyrîska FF heta 31'ê Tebaxê nikaribe deynê xwe bide, wê lîsansa lîstina li Lîga 2. winda bike û ji bo komê bikeve.

Desteya Rêveberiyê ya Assyrîska FF da xuyakirin, ku her çend serketina tîma di mçaên destpêka meha Tîrmehê de jî, ji ber deynan xeterî heye ku lîsansa xwe winda bike û komê bikeve. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêwîstiya kulûbê bi 1 mîlyon kronî heye û bang li alîgiran û gel kir, ku destekê bidin tîma xwe.

Ji ber ku ji alîkariyan 1 mîlyon kron nehat komkirin, sazî û medya Asûrî-Suryanî-Keldanî ji bo alîkariya aborî ya ji Assyrîska seferber bûn. Ji bo Assryrîska FF lîsansa xwe winda neke, bang li hemû Asûrî-Suryanî û dostên wan dikin, ku alîkariya aboriyê bidin.

Yek ji tîmên herî serketî û navdar ên Swêdê Assyrîska FF, par 40 saliya xwe temam kiribû. Ji 6 heta 19 salî bi qasî 500 ciwan di nava Assyrîska FF de bi futbolê dilîzin. Assyrîska ku ji bo xortan 24, ji bo jinên ciwan jî xwedî 3 tîman e, beriya niha bi du salan ji bo koma zarokan a 4-6 salî, tîmeke nû ava kiribû.

...