Li Swêdê Platforma Piştgiriya HDP’ê hate avakirin
Pêkhateyên HDP’ê ji bo ku li Swêdê jî xebatên HDP’ê were kirin, Platforma Piştgiriya HDP’ê ava kirin.
Pêkhateyên HDP’ê ji bo ku li Swêdê jî xebatên HDP’ê were kirin, Platforma Piştgiriya HDP’ê ava kirin.
Piştî biryara hilbijartina zordest a di 24’ê Hezîranê de pêkhateyên HDP’ê jî xebatên hilbijartinê dan destpêkirin û li Swêdê Platforma Piştgiriya HDP’ê hate avakirin.
Ji xeynî rêveberên Navendên Civakî ya Kurd a Demokratîk ên bajarên cihê, Federasyona Elewiyan a Swêdê, Yekîtiya Suryanên Ewrûpayê, Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê û bi dehan partî û nûnerên saziyên civakî tevlî civîna avakirina platformê bûn.
Nûnerên partî û saziyan di axaftinên xwe de diyar kirin ku ji bo bidawîkirina faşîzma AKP-MHP’ê divê hêzên demokrasiyê bi hev re bixebitin û divê HDP li Swêdê bibe partiya yekemîn.
Biryar hate dayîn ku ji bo HDP li Swêdê bibe yekemîn hin çalakî werin lidarxistin û hin xebat werin kirin.
Rêveberên NCKD’yan jî diyar kirin ku 15 roj berê li 18 cihan komîteyên hilbijartinê ava kirine û bi beşdariya pêkhateyên din ev xebat ew ê geştir bibin. Di civîna platformê de komîteyên lijneya koordînasyonê, dîplomasî, têkiliyên giştî û çapemenî hate avakirin.