Li Swêdê lehengiya jinên Kurd hate vegotin

Li bajarê Uppsala yê Swêdê semînera li ser jina Kurd û YPJ’ê hate dayîn, rastî eleqeyeke zêde hat.

Partiya bi navê Însiyatîfa Femînîst, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Uppsalayê, ji bo serwextiyên Tevgera Jinê ya Kurdistanê vebêje, vexwend civîna endaman.

Sê endamên jin ên Komalayê yên berpirsyarê kar û barê derve, ji nêzî 50 endamên partiyê yên tevlî civînê bûyî re, di derbarê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedanên greva birçîbûnê ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven destpê kiribû de semînereke berfireh dan.

Di cîvînê de jinên Kurd, bal kişandin ser Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jina Kurd pêk hatî. Jinan diyar kir ku diçe destketiyên nû li destketiyê heyî tên zêdekirin; hemû çand, gel û bawerî tên hembêzkirin. Her wiha di derbarê Gundê Jinwar de ê li Rojavayê Kurdistanê hatî avakirin de jî agahdarî hat kirin.

Dîsa di civînê de lehengiya jinên Kurd, berxwedana YPJ’ê û ya hêzên PKK û YPG’ê ya di dema êrîşa DAÎŞ’ê de hate vegotin. Hate gotin ku jinên Kurd û hêzên PKK-YPG’ê civaka Êzidî, bi lehengiyeke bêhempa ji fermanê rizgar kir.

Semîner bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.