Li Sûriyeyê veguhastina sivîlan ji bajarên dorpêçkirî ji nû ve dest pê kir

Hat ragihandin, li wîlayeta Îdlib a Sûriyeyê, veguhastina sivîlên li bajarên Fûa û Kafraya yên ji aliyê çeteyên El Nûsra û komên din ên çete ve hatine dorpêçkirin, ji nû ve dest pê kiriye.

Li gorî peymana navbera rejîma Esad û komên pê re şer dikin, sivîlên li bajarokên Fûa û Kafraya yên Îdlibê di berdêla veguhastina sivîlên li Zabadanî, Sergaya û Cebel Şargî yên li nêzî Şamê, bihatina veguhastin.

Lê belê, li hemberî otobusên ku sivîlên Fûa û Kafraya derbasî Helebê dikirin, roja 15'ê Nîsanê êrîşeke bombeyî hate kirin û di encamê de zêdeyî 125 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê êrîşê veguhastin hatibû sekinandin.

Li gorî daxuyaniya Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ku navenda wê li Londonê ye, karê veguhastina sivîlan ji nû ve dest pê kiriye. Saziyê ragihand, 3 hezar sivîl duh ji Fûa û Kafraya hatine veguhastin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ji Zabadanî, Sergaya û Cebel Şargî yên ji aliyê rejîmê ve hatine dorpêçkirin jî bi qasî 300 sivîl hatine veguhastin.

Tê gotin, di çarçoveya peymana bi çavdêriya Rûsya û Qatarê ve hate kirin de, ji Fûa û Kafraya 8 hezar, ji bajarên di nava dorpêçiya rejîmê de ne jî 2500 sivîl hatine veguhastin. Li gorî peymanê wê bi qasî 30 hezar sivîl ji qadên şer bên derxistin.