Hîndekara Zanîngeha Boxaziçiyê Nazan Ûstûndag diyar kir ku li Sûriyeyê Kurd siyaseteke serbixwe dimeşînin û wiha axivî: "Dixwazin li dijî Kurd û Ereban leystokek heye, ew jî divê her dû gel li dijî hev şer bikin. Lêbelê Kurd nehatin vê leystokê."
Komîsyona Aştiyê ya Şaxa Komaleya Mafê Mirovan a Stenbolê di çarçove Hefteya Mafê Mirovan de li Cezayîr Restorantê panelek bi navê "Aşitiya Rojhilata Navîn û Kêşaya Kurd" li dar xist. Keça Mûsa Anter Rahşan Anter, Hîndekara Zanîngeha Boxaziçiyê ya Beşa Sosyolojiyê Nazan Ûstûndag û rojnemevan Fehim Taştekin tevlî panelê bûn.
Parêzer Eren Keskin a koordînatora panêl di destpêka panelê de wiha axivî: "Ev ne kêşaya Kurd e, ev kêşaya Kurdistanê ye. Rojhilata Navîn herêmekî bi xwîn e. Niha li vê herême li dijî zordestiyê gel rabûye serhildanê."
Rojnemevan Fehim Taştekin jî diyar kir ku li Sûriyeyê Kurd bûn ne hevalbendên rejîmê û ne jî bûn aligirên derdorên ku ji xwe re dibêjin muxalefet. Taştekin bal kişand ser vê mijarê: "Kurd bûn xwediyê helwestek serbixwe. Ji ber ku di sala 2004'an de Kurd temamî ji rejîmê veqetiyan. Kurd vê rejîmê êdî baş nas dikin."
Nazan Ûstûndag jî destnîşan kir ku bi hikûmeta AKPê re kêşaya Kurd careke dî saz bû û ev jî wekî dewleta dagirker derdikeve pêşberî me. Ûstûndag wiha axivî:
"Dewsa ku kemalîzmê ji holê rakin, kolonyalîzmê ava kirin. Berê Tirk ji kêşaya Kurd bê agahdar bûn, lê niha li gel vê kêşeyê zanîn jî bêdeng dimînin. Tirkiye dixwaze bibe desthilatdarê Rojhilata Navîn."
Rahşan Anter jî diyar kir ku Kurd ne ji bo Kurdan, ji bo hemû gelan belayek e û divê herkes bi hev re li dijî vê belayê têbikoşe.