‘Li Sûriyeyê 4788 zarok bi giştî 120 hezar windayî hene’
‘Li Sûriyeyê 4788 zarok bi giştî 120 hezar windayî hene’
‘Li Sûriyeyê 4788 zarok bi giştî 120 hezar windayî hene’
Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyeyê raporek weşand û ragihadn ku, ji destpêka şoreşa Sûriyeyê heya niha 4788 jê zarok bigiştî 120 hezar zêdetir winda û kuştî hene.
Çavdêrîya Mafê Mirovan ya Sûriyeyê di derbarê windahiyên li Sûriyeyê di malpera xwe de raporek weşand. Di raporê de hate diyar kirin ku, hejmara kuştiyên di pevçûnên Sûriyeyê de gihiştiye 82 hezar kes û 12500 kes di van 2 salan de windane.
Di raporê de hate destnîşan kirin ku, piraniya kuştiyan bi destê hêzên rejîma Sûriyeyê û alîgirên wan hatine kuştin, herwiha tê gûman kirin ku, piraniya kesên winda di navendên polîs û Îstixbarata Sûriyeyê de têne girtin.
Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyeyê di raporê de got, 4788 ji wan zarok bi giştî 34473 sivîl di şerên li Sûriyeyê de jiyana xwe jidest dane, herwiha 12916 çekdarên muxalefetê û 1929 leşkerên ku ji nava leşkeriya Sûriyeyê veqetiyane hatine kuştin.
Derbarê kuştiyên hêzên rejîmê de raporê da zanîn ku, 16729 leşker, 12 hezar pêxwas û alîgirên wan jî hatine kuştin, 2500 leşkerên rejîmê windane û tê gûman kirin ku windahiyên rejîmê li cem çekdarên muxalefetê girtîbin.
Li gor rapora Çavdêriya Mafê Miovan ya Sûriyeyê ku di malperê de weşand, îdia dike ku ev hejmara di rapora wan de hatiye weşandin hatiye tekîd kirin û tê gotin ku, hejmara windahiyan ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve 120 hezar derbaz kiriye.