Li Sûriyê xeteriya felca zarokan!

Li Sûriyê xeteriya felca zarokan!

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di brîfîngeke xwe ya li avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê de hat ragihandin ku li bakur rojhilatê Sûriyê bûyerên felca zarokan rû dane.

WHO'yê ragihand ku ji 22 zarokên nexweşên felca sivik ku tê texmînkirin 'polîomyelît' (felca zarokan) rê li ber vekiriye, 10 jê polîomyelît in.

Berdekvê WHO Olîver Rosenbaûer encamên laboratûarê aşkera kir û got, "Ji 22 bûyeran 10 jê hatin piştrastkirin." Berdevk diyar kir ku ev bûyer li herêma Deîr Ezzor ê li ser sînorê Iraqê rû daye û rewşa 12 zarokên mayî jî di rojên pêş de diyar bibe.

Rosenbaûer hişyariya, "Rîska mezin heye ku vîrus li herêmê belav bibe. Nexweşiya polîomyelît ku gelekî zû belav dibe, bi giranî li zarokên di binê 5 salî de xwe dide der. Ev nexweşî dikare di nava çend saetan de rê li ber felcê vebike û hin caran dikare bibe sedema mirinê. 

Li Sûriyê ji sala 1999'an û vir ve nexweşiya polîomyelît nedihat dîtin. WHO bi alîkariya Neteweyên Yekbûyî re ji bo derzîkirina zarokên Sûriyeyî dest bi kampanyekeke dorfireh kir.