Li Sûriyê du welatiyên Rûs pergala Îslamiyê çêkirin
Li Sûriyê du welatiyên Rûs pergala Îslamiyê çêkirin
Li Sûriyê du welatiyên Rûs pergala Îslamiyê çêkirin
Li gundê Meşhed Rûhî yê girêdayî bajarê Heleba Sûriyê bi pêşengiya du welatiyên Rûs, tê îdia kirin ku Xelîfeta Serbixwe hatiye avakirin. Herdu welatiyên Rûs ji meha Nîsana 2012’an ve rêveberiya gund girtine dest û li gund zagonên hişk ên Îslamiyetê pêk tînin.
Du welatiyên Rûs yên ku navên xwe guhertine û kirine Ebu-Halife û Ebu-Banat ku îdeolojiya Vahabizmê diparêzin, ji meha Nîsana 2012’an ve gundê Meşhed Ruhî yê girêdayî bajarê Heleba Sûriyê dagir kirine û li vir rêxistina “Xelîfeta Serbixwe” damezrandine. Li gorî zanyariyên bi dest ketine li gund sîstema otonom damezrandine û hemû zagonên şerîatê bi cih tînin. Di mehên bihurî yên havînê de du rahîbên ku ji aliyê Îslamiyên Radîkal ve hatine kuştin, tê îdia kirin ku kujerên wan ev rêxistineye.
Damezrandina rêxistina Xalîfeta serbixwe li dijî Artêşa Azad a Sûriyê ku li dijî rejîma Sûriyê derketiye gelek caran di navbera wan de pevçûn derketine û tê îdia kirin ku di van pevçûnan de ji herdu aliyan windahî çêbûne. Li gorî zanyariyên ku bi dest ketine Artêşa Azad a Sûriyê ji bo pêşî girtina alîgirên Xelîfeyên ku ji Rûsiyayê hatine, li herêmên di bin kontrola xwe de gelek noqteyên kontrolê çêkirine.
Servîsa Ewlekariyê ya Federal a Rûsyayê gelek caran anîbû ziman ku yên ji Rûsyayê diçine Sûriyê terorîstin. Herî dawî di meha Îlona 2013’an de berdevkê Çapemeniyê yê Servîsa Ewlehiya Federal Sergey Simirlov di daxuyaniya çapeminiyê ya ku kirî de gotibû li derdora 300-400 welatiyên Rûs li Sûriyê şer dikin.
EBU-XELÎFE Û EBU-BANAT KÎNE?
Welatiyê Rûs yê bi nasnavê Ebu-Xalîfe navê wî yê rast Şamil Îzmaylov di sala 1980’ê de li Astrahan ya girêdayî Federasyona Rûsyayê hatiye dinê. Di sala 2006’an de li Misirê dibistan xwendiye. Piştre jî li bajarê Aleksandriya yê Rûsyayê li gel birayê xwe ji bo welatiyên Yekitiya Sowyetê navendekî dibistanê vekiriye û yên ku li vê dibistanê perwerde didîtin şandine Bakurê Kafkasya li dijî Rûsan şer dikirin. Şamil Îzmaylov ji sala 2012’an ve li Sûriyê ye.
Welatiyê Rûs yê bi nasnavê Ebu-Banat navê wî yê rast Magomet Abdurahmanov li gundê Hacalmahî yê Daxistanê hatiye dinyayê. Pester li Daxistanê li buroya têkoşîna bi terorê re xebitiye û piştî pirsgirkên exlaqî yên ku di vê xebatê de jiyaye ji kar hate derxistin şûnde li gel komên Îslamiyên paşvemayî têkiliyê çêdike û ji sala 2012’an ve li Sûriyê ye.