Li Stûttgartê Platforma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê hate avakirin

Li Stûttgartê bi hevkariya gelek saziyan Platforma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê hate avakirin.

Li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê Platforma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê hatibû avakirin. Niha jî li bajarê Stûttgartê bi hevkariya 16 saziyan civînek hate lidarxistin. Van saziyên beşdar diyar kirin ku wan Platforma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê ava kirine.

Di daxuyaniya platformê de ev tişt hate diyarkirin, “ADHK, AGÎF, ATÎK, HDK-Stûttgart, Înîvîtavîe Kurdistan, MBP, NAV-DEM, PARTÎZAN, SKB, Stûttgart Partîzan, SYKP, Yaşanacak Dunya, YDG, Yenî Kadin, Zûsammen Kampfen Stûttgar pêkhateyên platformên me ne û platforma me ji beşdariyên nû re vekiriye.

Platforma me we her hefte bicive û ji bo rêxistinkirina pêvajoya li pêş me, wê di 2’ê Adarê de li Kolnê meşekê û mîtîngekê li dar bixe. Di 11,12 û 13’ê Adarê de jî wê li Stûttgartê Konê Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê vegire.”

Di daxuyaniya platformê de bal hate kişandin ser vî tiştî ku grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya Leyla Guven hatine destpêkirin, di asteke krîtîk de ye û hate diyarkirin ku hemû şoreşger, demokrat, sosyalîst, Kurd, Elewî, parêzerên mafên mirovan divê xwedî li grevên birçîbûnê derkevin.

Platformê bang li saziyên Ewropayê kir ku bila hemberî tecrîd û grevên birçîbûnê bêdeng nemînin û têkevin nav hewldanan.