Li Stûttgartê ji bo çeteyê DAÎŞ’ê cezayê girtîgehê

Li Dadgeha Bilind a Parêzgeha Stûttgartê ji ber çetetiya DAÎŞ’ê ceza hate dayîn.

Senatoya Cezayê 5’an a Dadgeha Herêma Bilind a Stûttgarta ku serokatiya wê Herbert Anderer dike, ji bo welatiyek 32 salî yê Elman, ji ber “Endamtiya DAÎŞ”’ê bi giştî 5 sal û 6 meh ceza hate dayîn.

Senatoyê ji 12’ê Mijdara 2018’an heta niha 83 rojan mûzakere kir, bi giştî 87 şahid û kesên dizane guhdar kir.

Sûçbar Hezîrana 2015’an diçe Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê, herî dawî destpêka sala 2016 tevlî çeteyên DAÎŞ dibe. Erka wî çeteyek DAÎŞ’ê yê pile bilind bû ku li Hewlêrê hevbendiyê di nava weiz û meleyekê navdar de bike.

Di dawiya meha Tîrmeha 2016’an sûçbar disa diçe Hewlêrê û weke armanc avahiya Serokwezîr a li vir çavdêrî dike. Dema wêneyan dikêşe ku ji bo DAÎŞ’ê bişîne, ev rewş derdikeve holê û 2 meh ceza dixwe. Piştî çend meha ku sûçbar ji girtîgehê derdikeve, Tîrmeha 2017’an dîsa vedigere Elmanyayê.

Biryara hatî dayîn ne encam e. Sûçbar û Serdozgarê Federal ê li Dîwana Edelata Federal, xwedî mafê îtiraza li dijî biryarê ye.

Senatoyê, di çarçoveya mehkûmkirinê de, di derbarê sûçbar de biryarek nû ya girtinê da.