BI DÎMEN

Li Strasboûrgê hezar dimeşin: Her der Sûr, her der Cizîr!

Kurdistanî û dostên wan ên li Strasboûrgê li hev civiyan, li hember qetlîamên dewleta Tirk û bêdengbûna Ewropa dimeşin.

Li Strasboûrgê êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Kurdistanê û bêdengbûna Konseya Ewropa (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û CPT’ê ya li hember vê tên protestokirin.

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên di pêşengiya KCD-E û TJK-E li ber navenda CPT’ê ya li Strasboûrgê li hev civiyan, ji vir ber bi navenda bajêr dest bi meşê kirin.

Di meşa bi tevlîbûna Kurdistaniyên ji Swîsre, Elmanya, Fransa, Belçîka û gelek navendên Ewropa pêk hat de, hevbirên ABDEM û Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewropa jî piştgirî danê.

‘QATIL ERDOGAN, HEVKAR YE!’ alên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Bi hezaran kes dirûşmeyên “Qatil Erdogan, Hevpar YE”, “Her Der Sûr, Her Der Cizîr, Her Der Berxwedan”, “Bijî Berxwedana Cizîrê” berz kirin.

Girse di domahiya meşê de peyama “Eger hûn bêdeng bimînin, em ê her derê bi ruhê Sûr û Cizîrê bikin qadên berxwedanê” dide KE, DMME û CPT’ê.

Meş wê bi mîtîngek li Place Klebe bi dawî bibe.

...