Li Strasboûrgê civîna hilbijartinê: Rizgarbûn bi HDP’ê re ye!

Di civîna li Strasboûrgê hate lidarxistin de, bal hate kişandin ku di hilbijartinan de yekane alternatîf HDP ye.

Komîteya Hilbijartinê ya ku bajarê Strasboûrg ê Fransa û derdorî wê digire nava xwe, li NCKD civîna xwe ya duyemîn lidar xistin.

Cuma Tak jî tevlî civînê bû û şehîdên meha Gulanê û Dersimê bîbîr anî.

Tak di destpêka axaftina xwe de, Mehemed Karasûngûr, Hakî Karer, Denîz Gezmîşî û hevrêyên wî dîsa Îbrahîm Kaypakkaya bibîr anî û bal kişand ku faşîzim ji bo mejiyê gel tine bike destpêkê pêşengên şoreşger ên gelan tine dike.

‘HDP HÊVÎ DIDE’

Tak têkildarî hilbijartinê nirxandin kir û anî ziman ku li dijî du tifaqên rastgir HDP hêvî dide gel. Tak bibîr xist ku AKP bi vê hilbijartina darê zorê dixwaze diz û faşîzma xwe bi saxî bike û got: “Gerantiya Tirkiyeyê HDP ye.”

Tak destnîşan kir û got: “Alternatîfa faşîzmê ne faşîzm e” û wiha dom kir: “Ji bo rizgariya gelê Kurd û gelên din, divê bi ruhê 7’ê Hezîranê xwe birêxistin bikin.”

Civîn bi banga bejdariya civîna berfireh a ku wê 11’ê Gulanê roja Înê bê lidarxistin ve bi dawî bû.