Li Stockholmê rejîma Îranê hate protestokirin

Bi darvekirina Ramîn Hosseîn Penahî, Loqman û Zanyar Muradî ji aliyê rejîma Îranê ve, li Swêdê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Rejîma Îranê Ramîn Hosseîn Penahî, Loqman û Zanyar Muradî darve kirîbû, di heman rojê de li dijî kampekî Partiya Demokrata Kurdistan-Îran a li Hewlêrê bombebaran pêk anîbû.

Ji bo protestokirina bidarvekirina Ramîn Hosseîn Penahî, Loqman û Zanyar Muradî, bombebarana rejîma Îranê ya li dijî kampekî Partiya Demokrata Kurdistan-Îran ya li Hewlêrê, li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Îranê ya li paytexta Swêd Stockholê çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî li ser banga PJAK’ê seat 15:30’an de pêk hat. Di çalakiyê de ji bo bîranîna 3 ciwanên Kurd û kesên di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dayîn deqîqeyek rêz hate girtin.

Li ser navê PJAK’ê Amîr Babakrî axivî û wiha got; “Tevî çalakiyên protestoyê yên saziyên mafên mirovan û Rêxistina Efû ya Navneteweyî rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd bi dar ve kir. Rejîma Îranê dixwaze bi van pêkanînên keyfî gel bitirsîne û têkoşînê bitepisîne. Rejîma Îranê bi bombekirina kampekî ya penabaran a nezî Hewlêrê ku 16 Kurd qetil kir û 40 birîndar kir dide nîşandan ku wê rejîma Îranê êrîşên li dijî Kurdan girantir bike.”

Babakrî bêdengiya welatên li rojava li dijî bombekirina Kurdan û darvekirina ciwanên Kurd rexne kir û bang li parazvanên mafên mirovan û civaka navneteweyî kir ku li dijî komkujiyan helwest nîşan bidin.

 Di çalakiyê de dirûşmeyên ‘Bila darvekirinan raweste’ , ‘Bimire rejîma Îranê’ , ‘Kujer Hamaney, Ewropaya du rû’,  û ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin.