Semîner ji aliyê "Platforma Piştgiriyê ya bi Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê ve" hate amadekirin û li Navenda Perwerdeyê ya Karkeran (ABF) pêk hat.
Ji Însiyatîfa Soderhamnê Benny Gustafsson moderatoriya panelê kir û Parlamenterê Ewropayê yê Partiya Kesk a Hawirdorê Bodil Valero, Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Kadîr Kasirga, Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal, Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso û bi navê çalakgerên greva birçîbûnê Ayşe Goktepe bûn qiseker.
Kasirga ku bi navê partiya xwe hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê şopand, qala zextên ku li gundên navçeya Çinarê ya Amedê li HDP'ê û hilbijêran hate kirin û hîleyên hilbijartinê yên AKP'ê kir.
Kasirga diyar kir, leşker û polîs bi çekan li dora navendên dengdanê sekinîn û dewlemendên gundan û keyayan zext li hilbijêran kirin ku deng bidin AKP'ê.
Kasirga anî ziman ku li gel zext û zordariyê jî partiyên neteweperest û Îslamî piştî 17 salan yekemcar di hilbijartinê de qels bûne.
Kasirga diyar kir, divê Erdogan hurmetê nîşanî encamên hilbijartinê bide û şaredarên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin ji wezîfeyê neyên girtin.
VALERO: ENCAMÊN HILBIJARTINÊN XWECIHÎ CIHÊ HÊVIYÊ YE
Parlamenter Valero jî bi bîr xist, rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê salên dawî ji her alî ve nebaş bûye û destnîşan kir, encamên hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiyeyê ji bo demokrasiyê cihê hêviyê ye. Valero got, "Gel li Tirkiyeyê gava destpêkê avêt û em dibînin ku deng daye demokratan ne dijberê demokrasiyê. Hevkariya ku di hilbijartinê de hate kirin girîng e. Eger ne ji vê hevkariyê bûya wê despotiya Erdogan nehatibûya lawazkirin."
'NABE KU HÛN HEVDÎTINA MEHKÛMAN A BI MALBATÊ Û PARÊZERAN RE ASTENG BIKIN'
Valero her wiha bi bîr xist ku ew çûye serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê û anî ziman, rewşa tenduristiyê ya çalakgeran di asta krîtîk de ye. Valero got, "Pirsgirêkeke mezin e ku Yekîtiya Ewropayê helwestê nîşan nade. Gelek qanûn û pîvanên Yekîtiya Ewropayê hene. Tirkiye welatekî namzetê Yekîtiya Ewropayê ye. Nabe ku mehkûm bêyî biryara dadgehê girtî bimînin, nabe ku hevdîtina mehkûman a bi malbatê û parêzeran re bê astengkirin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî li dijî mehkûman nabe. Li gorî qanûnên navneteweyî nêzîkatiyeke bi vî rengî li dijî esîrên şer jî nabe."
KARTAL: REWATIYA ERDOGAN NEMA
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal destnîşan kir, jinûve bidestxistina şaredariyên bi destê qeyûman hatine desteserkirin, îradeya gel nîşan dide.
Kartal diyar kir, tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê li bajarên Stenbol, Enqere û bajarên din ên Tirkiyeyê têk çû û ev yek jî rewatiya wan ji holê radike. Kartal got, "Di dema hilbijartinê de Erdogan êrîşî HDP'ê kir. Bi êrîşa li ser HDP'ê re hewl da ku CHP û partiyên din ên mûxalefetê bi HDP'ê re hevkariyê pêk neynin."
Kartal got, stratejiya HDP'ê rê li ber serketineke mezin vekir.
BIDAWÎBÛNA TECRÎDÊ WÊ RÊ LI BER DEMOKRASÎ Û AŞTIYÊ VEKE
Kartal bi bîr xist, Leyla Guven û bi hezaran girtiyên li girtîgehan ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne û got, "Gelekî girîng e ku mirov li Ewropayê bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê û daxwazên wan bidin bihîstin. Bi vî rengî wê Konseya Ewropa û Yekîtiya Ewropa ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Abdullah Ocalan zextê li Tirkiyeyê bikin." Kartal da zanîn, qebûlkirina daxwaza ji bo bidawîbûna tecrîdê wê rê li ber demokrasî û aştiyê veke.
HISO: ERDOGAN KURDAN DIKE HEDEF
Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso diyar kir, Erdogan ku li Tirkiyeyê HDP û Kurdan dike hedef, di polîtîkaya derve de jî dijminên sexte ji xwe re diafirîne û PYD, YPG/YPJ'ê dike hedef.
Hiso anî ziman, AKP'ê gelekî hewl daye ku bi hilbijêrên xwe bide qebûlkirin ku Kurd li Rojava 'terorîst' in û bi mînakên berbiçav qala komkujî û binpêkirina mafên mirovan ên li Efrînê kir.
Hiso da xuyakirin ku ew piştgiriyê didin Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê ku dixwazin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe.
GOKTEPE: BÊDENGÎ RÊ LI BER MIRINÊ VEDIKE, BÊDENG NEBIN
Ayşe Goktepe bi navê çalakgerên greva birçîbûnê yên li Stockholmê axivî û bal kişand ser bêdengiya dinyayê li pêşberî greva birçîbûnê. Goktepe got, "Tevî ku gelek welatiyên Ewropayê di greva birçîbûnê de ne, li Ewropayê hîn bêdengî heye û yên bêdeng in divê zanibin ku bêdengî rê li ber mirinê vedike."
Goktepe gotina Martin Luhter King bi bîr xist ku digot, "Trajediya mezin ne zalimtiya zaliman e, trajediya mezin bêdengiya mirovên baş e" û got, "Bêdengiya heval û dostên me hîn bêtir me diêşîne. Bêdeng nebin, bêdengî rê li ber mirinê vedike." Goktepe bang li welatên Ewropayê kir ku êdî bêdeng nemînin.