Li Stockholmê dewleta Tirk hat şermezarkirin

Hikûmeta AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê Kurdan qetil dike, li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stockholmê û Meclîsa Jinên Kurd a Amara, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakur û Rojavayê Kurdistanê, meş û mîtîngek lidar xistin.

Kurdistaniyên ji çar aliyên Kurdistanê saet di 12:00 de li Parka Hûmlegarden a Stockholmê li hev civiyan û bi pankartên bi nivîsên "Dagirkeriya Tirk a li Kurdistanê bisekinînin", "Em hemû PKK'yî ne", "Ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Aştî" ber bi navenda bajêr ve meşiyan.

Bi sedan xwepêşandêran alên PKK, KCK, PYD, YPG/YPJ, PJAK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û dirûşmên "Bijî berxwedana Sûr û Cizîrê", "Dewleta kujer wê hesab bide", "PKK gel e gel li vir e", "Kujer Erdogan, durû Yekîtiya Ewropa", "Bijî Serok Apo" qîriyan.

Di dema meşê de ji hoparlorê armanca çalakiyê hat vegotin û belavok hatin belavkirin. Li meydana Raoûl Wallenberg a mîtîngê jî bi qîrîna dirûşmeyan dewleta Tirk hat şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.

Ji Meclîsa Jinên Kurd a Amara Ferah Bozcali li vir axivî û bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li berxwedana li Bakurê Kurdistanê. Li ser navê Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê jî Yaşar Kuçukaslan da xuyakirin, ku gelên Asûrî-Suryanî-Keldanî destekê didin berxwedana xwerêveberiyê û wê her destekê bidin.

Xwepêşandan bi dirûşmên ji bo silavkirina berxwedana xwerêveberiyê bi dawî bû.

...