Li Stockholmê çalakvanên greva birçîbûnê: Bêdeng nemînin

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û çalakiya greva birçîbûnê kete roja 3’an. Çalakvanan bangî cîhanê re kirin ku, bêdeng nemînin û li dijî dagirkeriyê derkevin.

Çalakvanên greva birçîbûnê du roj in li pêşiya avahiya parlementoyê çalakiya xwe didomînin. Çalakvanan îro jî konê xwe li qada Sergelê danîn a ku qada herî şên a bajêr e.

Ji xeynî parlementeran gelên derdorê jî bi girseyî tên serdana konê çalakiyê.

Parlementerên Partiya Karkerên Demokrat ên Sosyal û yên Partiya Keskan tên serdana kon û diyar dikin ku ew piştgiriya berxwedana Efrînê dikin. 

Parlementera Partiya Çep a Swêdê Amineh Kakabaveh di serdanê de axivî û got, “Di êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de mafên mirovan hatine binpêkirin û gelek sivîl hatine qetilkirin û nêzî 200 hezar Kurdan ji neçarî axa xwe terikandine. Dema şerê li dijî DAÎŞ’ê Kurd li wê derê bûn lê îro roj pêdiviya Kurdan bi cîhanê heye. Werin piştgiriya xwe ya ji bo Rojava diyar bikin.”

Kakabaveh diyar kir ku divê Hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewrûpayê dagirkeriya li ser Efrînê şermezar bikin û li dijî Erdoğan derkevin.

TIŞTÊN LI KURDAN TÊ KIRIN DERMIROVAHIYÊ YE

Ji neteweyên cuda jî kes tên serdana kon. Yek ji van kesan jî Tarık Yılmazer e. Yılmazer diyar dike ku ew Tirk e, li Tirkiyeyê ji dayîk bûye û li Swêdê mezin bûye. Yilmazer got ku, “Tiştên ku li Kurdan tê kirin derveyî mirovahiyê ye. Hêzên mezin zilmê li Kurdan dikin. Ez jî Tirk im û li wê derê ji dayîk bûme. Ji Erdoğan bawer nekin. Zilmê li Kurdan nekin. Werin di nava aştiyê de em bi hev re bijîn.”