Bi armanca protestokirina êrîşên hikûmeta AKP’ê yên li hember Kurdistanê û piştevaniya bi gelê Farqînê re yê 11 roj in li hember êrîşên dewleta Tirk li ber xwe didin li Stockholmê çalakiyek hat lidarxistin.
ANF
STOCKHOLM
în, 13 sermawezê 2015, 15:08
Bi armanca protestokirina êrîşên hikûmeta AKP’ê yên li hember Kurdistanê û piştevaniya bi gelê Farqînê re yê 11 roj in li hember ‘Êrîşên dewleta Tirk li ber xwe didin li Stockholmê çalakiyek hat lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan ên îro saet 13.00’an li Qada Mynttorget hatin cem hev, çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de pankart û dowîzên, “Terora Erdogan rawestînin”, “Terorîst Tirkiye”, “Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin”, “Li Tirkiyeyê faşîzmê rawestîne”, “Bajarên Kurdan di dorpêçê de ne” û “Zarok dibin qurbanên terora dewletê” hilgirtin.
Çalakvanan wêneyên êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ên li hember Farqînê rakirin û dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “PKK’e gel e, gel li vir e” gotin. Li kesên derdorê belavokên der barê êrîşên li hember Farqînê û Kurdistanê agahiyan dide hatin belavkirin.
Di çalakiyê de daxuyaniya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê hat xwendin. Hat diyarkirin ku Erdogan ê di hilbijartinên 7 ‘ê Hezîranê têkçûyî, biryara lidarxistina hilbijartinên 1’ê Mijdarê daye û li hember gelê Kurd şerekî topyekûn daye destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li pêşiya çavên tevahî cîhanê dewleta Tirk li Kurdistanê sivîlan qetil dike û cîhan jî tenê xwe bi temaşekirinê sînordar dike, hat diyarkirin ku dewletên rojavayî çavên xwe ji komkujiyên Erdogan re digirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê bang li Yekîtiya Ewropa, NATO û hikûmeta Swêdê kir ku li hember zext, şîdet û terora li Kurdistanê ya AKP’ê û dewleta Tirk xwedî helwest bin.
Komek Kurdistanî ji Parlamento, Wezareta Karên Derve û Sekreterê Navneteweyî yê Partiya Karkerên Sosyal Demokrat re pêşketinên herî dawî yên Kurdistan û Farqînê ragihandin. Heyetê dosyaya binpêkirina mafên mirovên ên li Kurdistan û Farqînê radestî rayedaran kir, xwest ku Swêdê li hember komkujiyên AKP’ê û dewleta Tirk xwedî helwest be.