Li Stenbolê jinek ji aliyê mêrekî ve hate kuştin

Li Esenyûrt a Stenbolê mêrê bi navê Sebahattîn Can hevsera xwe Melîke Can qetil kir.

Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê, arkuj Sebahattîn Can (36) hevsera xwe Melîke Can (28) qetil kir.

Sebahattîn Can piştre derket derve û bi qîrînî got, "Min hevsera xwe kuşt, li polîsan bigerin."

Piştî ku mirovên li derdorê agahî dan, tîmên tenduristiyê û polîsan hatin cihê bûyerê û dîtin ku Melîke Can hatiye kuştin.

Kujer hate girtin û sewqî edliyeyê hate kirin.

Li gorî daneyên Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' tenê meha Tebaxê li Tirkiyeyê 31 jin hatin kuştin, 21 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.