Li Stenbolê di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin

Li 8 navçeyên Stenbolê di operasyonên qirkirina siyasî de rêveber û endamên HDP'ê jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Li gorî agahiyan, di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de biryara girtina 12 kesan hatiye dayin. Di çarçoveya lêpirsînê de avêtin ser gelek malan û heta niha 4 kes hatine destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

Kesên hatine destgîrkirin: Rêveberên HDP'ê yên Bajêr Fener Gunana û Ahmet Sûbaşi, xebatkarê ewlekariyê yê Rêxistina Bajêr Mûstafa Tûrgût, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Beyoglûyê Mehmet Saît Bor.