Li Stenbolê baranê jiyan tevizand
Li Stenbolê di carekê de barana barî jiyan tevizand.
Li Stenbolê di carekê de barana barî jiyan tevizand.
Li gel baranê teyrok barî, keştiyekî ku navbera Karakoy-Kadikoyê rêwî dibirin li peravê xist. Keştiya ku ber bi Kadikoyê ve rêwî dibirin li nava behrê ji ber bagerê şemitî, hat diyarkirin ku ber bi Haydarpaşayê ve çûye. Piştî ku demekê rêwiyên di keşetiyê de asê mabûn û şûnde bi keştiyên din hatin rizgarkirin.
Avahiya 7 qat a li ser Rêya Mûstefa Kamalpaşa a li Taxa Bahçelîevler Soganiyê ji br bagerê çatiya wê firiya. Çatiya wê li ser wesayîtekî rawestiyayî ket, di bûyerê de ti kes birîndar nebûn.
Li aliyê din ji ber barana zêde av kete gelek dikanan. Şibakeyên dikanên qatên jorê jî ji ber barîna teyrokê şikestin. Dîsa Mizgefta Mîrar Sînan a li Taxa Çamilca Ornekê ji ber barîna teyrokê ziyan gihiştê. Minareya mizgeftê ya ku hilweşiyayî li ser çatiya pêş deriyê ewilê ket.
Piştî baranê ya hêdî, seferên firînê yên balafiran a li Balafirgeha Ataturk hate rawestandin. Seferên Metro û Marmarîsê jî hatin betalkirin. Ji ber teyrok û baranê E-5 ji aliyê Sîlîviriyê ve li tirafîkê hate girtin, di derketina tunela Marmarayê de wesayît 10 deqa hatin rawestandin rê nedan ku derbas bibin.
Seferên Avrasyayê jî hatin rawestandin, hat diyarkirin ji ber baran û bagerê wê demekê ji bo ewlekariyê hatiye rawestandin. Ji ber barana hêdî tirafîk tevizî. Rêya Bahriye a li navçeya Kadikoyê, li Beyolû Şîşhane û li gelek navendên bajar ji ber bagerê dar qûlibîn.