Li Stenbolê 8 kes hatin girtin

Li Stenbolê ji 25 kesên di 12’ê Gulanê de di encama operasyonên hemwext ên li gelek bajaran de hatibûn destgîrkirin, 8 kes bi îdiaya “endamên rêxistinê” hatin girtin. Ji du kesan re jî hepsa malê hat dayin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê rêvebirin de, di 12'ê Gulanê de, Stenbol, Amed, Sêrt û Erzîngan di nav de bi awayekî hemwext bi ser gelek bajaran de girtin.

Di van serdegirtinan de herî kêm 25 kes hatin destgîrkirin û di lêpirsînê de biryara nepenîtiyê hat dayîn.

Ji bo kesên li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê sewqî dozgeriyê hatin kirin, 4 roj cezayê girtîgehê hat dayîn.

Di nava kesên hatin destgîrkirin de hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) Dengbêj Xalîde û xebatkara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûnevver Îlgîn jî hene.

Semra Yildiz a ku piştî îfadeyên destpêkê yên dozgeriyê bi dawî bûn hat destgîrkirin, serbest hat berdan.

Xalîde û Îlgîn jî di nav de 14 kesên ku sewqî Edliyeya Cezaya Sulhê ya Stenbolê hatibûn kirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

8 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin, her wiha cezaya hepsa malê dan 2 kesan.

Di îfadeya dozgeriyê de hatibû gotin, ji ber Xalîde stranên ku di çalakiyên ku ji aliyê HDPê ve hatibûn organîzekirin de li ser medyaya dijîtal parve kiriye, bi sûcê “propagandaya rêxistinê kiriye” hat sûcdarkirin.