Li Stenbol û Rihayê operasyonên qirkirina siyasî

Li Stenbol û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin, ku rêveberên DBP û HDP'ê jî di nav de hene.

Rejîma AKP/Qesra Erdogan, operasyonên xwe yên siyasî yên li dijî gelê Kurd didomîne.

STENBOL

Bagcilar, Sûltangazî û Avcilar jî di nav de li gelek navçeyên Stenbolê polîsên Tirk avêtin ser malan û gelek kes binçav kirin. Çend ji binçavkiriyan ev in: Rêveberê HDP'ê yê Stenbolê Eşref Yaşar, endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sedat Çayci, ji hîndekarên Enstîtuya Kurd a Stenbolê ku bi biryarnameyê hate girtin Mevlut Aykoç, Ridvan Doner û Guven Pinar.

Kesên hatin binçavkirin birin Şaxê TEM a Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li kolana Vanatê.

RIHA

Li navçeya Pirsûs a Rihayê jî di serdegirtinan de rêveberê DBP'ê yê navçeyê Yakûp Ateş û Yûsûf Demîr hatin binçavkirin û ew birin şaxê TEM'ê.