Li Stenbol û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş çalakî
Li Stenbol û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş çalakî
Li Stenbol û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş çalakî
Stenbol û Îzmîrê ji bo serbestberdana girtiyên nexweş di nav çalakiyan de bûn. Di çalakiya Stenbolê ya 142’yemîn de çalakvanan bal kişandin ser rewşa Azîz Bayin û xwestin bê berdan. Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî xwest girtiyên nexweş bên berdan û di vê mijarê de li hember xemsariya rayedaran nerazîbûn nîşan dan.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê, di çalakiya hefteya 142'yan a Tipa F de, bal kişand ser rewşa girtiyan û xwest girtiyê nexweş Azîz Bayim bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 142'yan de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Azîz Bayin. Komîsyonê di çalakiyê de pankarta "Li girtîgehan em mirine naxwazin, dilên nexweş bila werin berdan" û "Tecrîd dikuje, girtigehên F'ye bila werin girtin" vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên, "Saziya Tiba Edlî destê xwe ji girtiyan bikişinê", "Dîlên nexweş ne bi tenê ne", "Rûmeta mirovahiye wê îşkenceyê têk bibe" û "Azîz Bayin bila were berdan" hatin berzkirin.
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mîne Nazarî axivî û wiha got: "Ev 14 sal in tecrîd li ser girtiyan tê meşandin. Sûcê li girtigehê pêk tên nakevin rojevê." Nazarî dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê heta dilên girtî bên berdan li Qada Galatasarayê bin û rewşa wan bipirsin.
'HEM MALBATÊ HEM JÎ BAYIM CEZA DIKIN'
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Nerîman Çelîk, diyar kir ku Wezîrê Dadê jî aliyekî dibejê, dîlên nexweş em ê berdin û ji aliyê din jî fermanê dide personelan. Çelîk bal kişand ser rewşa dîlê newxeş Azîz Bayim ê ku li girtigehê nexweş ket û wiha anî ziman: "Bayim dema ket girtigehê ti nexweşiya wî tine bûn. Lê li girtîgehe bi nexweşiya şizofreniye ket. Dermanê ku bikar tînê wî li ser linga digire. Bi tena xwe nikarê di girtîgehe de bimînê. Bî alikariya hevalên xwe pêdiviyên xwe tînê cih." Çelîk diyar kir ku li şûna dewlet Azîz tahliye bike ew sirgûnî Girtîgeha Edene kiriye û wiha pêde çû: "Azîz Bayim dema dermanê xwe bikar nayne xeteriye dide derdora xwe. Bayim û malbata Bayim bi hev re bi ve sirgûnê tên cezakirin. Nexweşxaneya Bakirkoye di rapora da Bayim de dibeje ku dive nezîkî malbata xwe be. Lê belê tevî raporê jî Bayim sewq nakin."
Çelîk li gel Bayim bal kişand ser rewşa Mehmet Çengel, Mutalat Tozun, Mehmet Çelebîçalan, Mehmet Darga, Mecît Baştaş, Mehmet Yildiz, M. Mihti Ozturk, Mazlum Tunç, M. Nîmet Yilmaz û Alî Ugur jî.
Çalakî bi dirûşma "Bila dîlên nexweş werin berdan" bi dawî bû.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê xwest girtiyên nexweş bêne berdan û li dijî bêxemiya rayedaran a di vê mijarê de bertek nîşan da.
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê bi armanca balê bikişîne li ser rewşa girtiyên nexweş li ber Sumerbanka Konaka Îzmîrê daxuyaniya çapameniyê dan. Di çalakiya ku xwestin 228 girtiyen nexweş bêne berdan de pankarta "Bila 553'ê nexweş nebe 553'ê tabut." Berpirsyarê ÎHD'ê yê Herêma Egeyê Alî Aydin daxuyanî da û diyar kir ku girtiyên nexweş bi talukeya mirinê re rû bi rû ne. Aydin xwest ku bi taybetî jî divê 228 girtiyên nexweş bi lezginî bêne berdan.
Aydin, Serokkomar di serî de bang li hemû rayedaran kir û ev tişt got: " Hevpeymanên navneteweyî, hevkirinan, raporan û raporên îstîxbaratê daynin aliyekî, em 228 mirovên xwe yên ku di girtîgehan de tenê hatine hiştin û wek ku cezayê îdamê girtine bi gavên mezîn wan dişînin mirinê dixwazin. Hûn dibe ku nirxên gerdunî yên em bawer dikin û qebûl dikin parve nekin lê hûn her çi bawer dikin ji bo wan nirxan em dibêjen van mirovên me wekî findan nehelînin."
Aydin anî ziman ku ji ber nedîtina rayedarên dewletê hincetên ji bo girtiyên nexweş ev yek ji bo agahiyên bi êş dawetiyeyê derdixe. Aydin bi bîr xist ku di rojê borî li Girtîgeha Akçekaleyê girtiyên bi navê Îzettîn Suluagaç û Alî Çakici jiyana xwe ji dest dane. Aydin herî dawî ev tişt anî ziman: "Em ji bo ku ji girtîgehan darbest dernekevir em ê qîr bikin. Heta ew li girtîgehan xwe bi jiyanê ve digirin em ê ji bo ku wan ne bi darbestan bi hêviyan bigirin bêdeng nebin û qîr bikin. Dive yek ji wan jî jiyana xwe ji dest neda 228 can bên berdan."
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi bi dawî bû.