Li Skoçyayê azadiya Ocalan hate xwestin
Kurdên ku li Skoçyayê dijîn ji bo azadiya Ocalan li hev rûniştin.
Kurdên ku li Skoçyayê dijîn ji bo azadiya Ocalan li hev rûniştin.
Meclîsa Gel a Kurd a Skoçya civîna gel li dar xist, li ser kampanyaya têkildarî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêvajoya siyasî û xebatên meclîsê gotûbêj hatin kirin.
Hevseroka Civaka Azad a Brîtanyaê Evrîm Yilmaz di civînê de got eniya Kurdan û gelan a demokrasiyê were geşkirin Erdogan dikare were hilweşandin. Yilmaz diyar kir ku divê gel ji bo Ocalan derkevin qadan û li têkoşîna Ocalan xwedî derbikevin. Yilmaz her wiha bang kir ku her kes xwe bike endamên meclîsan û tevlî çalakiyan bibin.
‘DIVÊ BIÇIN IMRALIYÊ’
Yilmaz got, ‘’ji bo dahatuyeke azad, aştiya mayinde û jiyaneke demokratîk azadiya fizîkî ya Rêbertiya me şer e’’ û li dijî tecrîdê helwest nîşan da, xwest ku şandeyeke serbixwe biçe Imraliyê.
Di civînê de hate xwestin ku her kes tevlî kampanyaya bi dirûşma ‘ji Rêbertiya me re azadiya fizîkî’ bibe.
Di civînê de hate gotin tê xwestin ku li Rojhilata Navîn, Rojava û Kurdistanê dixwazin bi hev bidin qirkirin û got divê gel li dijî van polîtîkayan şiyar bin.