Li sînor tevgera Heronan didome

Li sînor tevgera Heronan didome

Li navçeya Şemzînan û Geverê ji duh êvarê de tevgera hewayî ya balafirên bê mirov didome.

Li navçeya Şemzînan û Geverê ya Colemêrgê bi rojane balafirên şer keşfê dikin. Ji duh saetên êvarê de balafirên keşfê tevgera xwe berdewam kirin.  Balafirên şer bi taybet li ser Rubarok, Oramar, Doskî û Helane ya sînorê Îranê, Qatûnê, Şikeftanê, Gelêşîm û Meydanûqa digerin.

Li aliyê din jî tevgera Heronan didome. Hate hînbûn ku wesayîtên zirxî yên ji Geverê hatin berbi xeta sînor ve çûn. Leşkerên birin herêmê, li Kale-Kuleyan bi cihkirin. Di heman demê de hate hînbûn ku li ser girên mezraya Şikeftanê û Qatûnê jî   operasyonên leşkerî û li nokteyên diyarkirî jî kemîn hatiye danîn. Gundiyên herêmê da zanîn ku operasyonên leşkerî û kemînan di bin navê kaçaxvaniyê de pêk tînin, lê ev vekişînê asteng dike. Gundiyan wiha got: “ pêkanînên leşkeriyên ku belkî heta nehatiye kirin pêk tên.  Di navbera 3-5 km reyan de bi tankan nokte hatine avkirin û ketin û têketin hatine astengkirin.  Li herêmê leşker di bin dagirkeriyê de ne.   Li vir behsa aştiyê kirin ne mumkune.

Hate hînbûn ku li Gerliyê Zînê, Girê Binsor û çiyayê Goman yekineyên leşkeriyê hatine bicihkirin.