Li Silopiyayê polîsan êrîşî xizmên kesên di bin çavan de kir

Li Silopiyayê polîsan êrîşî xizmên kesên di bin çavan de kir

Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê dema karûbarên 9 kesên bi îdîaya endamên YDG-H ne li Edliyeya Silopiyayê dihatin meşandin li dijî nuqteya polîsan a li edliyeyê bombeya deng hat avêtin.

Ji 15 kesên ku berî niha bi 2 rojan li Silopiyayê bi îdîaya endamên YDG-H ne hatin binçavkirin, 9 ji wan li Edliyeya Silopiyayê îfadeyê didin. Di dema ku karûbarên îfadeyê dewam dikirin de li hember nuqteya polîsan a edliyeyê ji aliyê kesek an jî kesên nediyar ve çalakiyeke bi bombeya deng pêk hat. Piştî wê polîs bi bombeyên gazê êrîşî xizmên kesên di bin çavan de kir. Piştî mudaxeleyê ku edliye û Kolana Sanat bi gazê tijî bû, gelek dikandaran ji neçarî dikanên xwe girtin.

 Polîsan li ber edliyeyê tedbîrên berfireh wergirtin.