Li Sîlîvriyê ji ber 'kincê yekreng' êşkence li girtiyan kirin
Diyar bû ku li Girtîgeha Nimro 9 a Sîlîvriyê li xwe kirine kincên yekreng dest pê kiriye û girtiyên ku ev qebûl nekirine êşkence li wan hatiye kirin.
Diyar bû ku li Girtîgeha Nimro 9 a Sîlîvriyê li xwe kirine kincên yekreng dest pê kiriye û girtiyên ku ev qebûl nekirine êşkence li wan hatiye kirin.
Diyar bû ku ferzkirina ‘kincên yekreng’ ya ku dihate xwestin li Girtîgehan ferz bikin li Girtîgeha Nimro 9 a Silîvriyê dest pê kiriye.
Bûroya Hiqûqê ya Gel li ser hesabê xwe yê fermî yê Twîtterê diyar kir Îlker Altûndal û Gokhan Keskîn dema ku wê bibirana danişînê kincên yek reng li wan hatiye ferzkirin û ji bo ku girtiyan ev qebûl nekirine qerdiyanan li wan xistine.
Bûroyê di daxuyaniyê de got, ‘’Miwekîl Îlker Altûndal û Gokhan Keskîn ên ku li Girtîgeha Nimro 9 a Silîvrî têne girtin, dema ku ew dibirin danişîna li Dadgeriya Înfazê kincên yek reng li wan ferz kirine û ji bo ku girtiyan ev qebûl nekirine êrîş birine ser wan, êşkence li wan hatiye kirin.’’