Li Silêmaniyê piştgiriya bo greva birçîbûnê didome
Li Silêmaniyê piştgiriya bo greva birçîbûnê didome
Li Silêmaniyê piştgiriya bo greva birçîbûnê didome
Li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bi armanca ku darvekirinên Îranê protesto bikin dest bi greva birçîbûnê kiribûn û piştgiriya bo grevê didome. Greva li buroya Silêmaniyê ya Parlamentoya Federal tê kirin, aliyên civakî yên cuda, partiyên siyasî û heyetên civaka sivîl tên serdana wan.
Li ser navê Xizmên Girtiyan Sediye Wekîlî ku çûn serdana kesên ketine girevê, darvekirina Îranê şermezar kir û got ev êrîş hêzê didin wan û têkoşîna wan bilindtir dike.
Wekîlê wiha pê de çû: “Îranê beriya hilbijartinê bang li PJAK’ê kir ku agirbestê dirêj bikin. Lê niha em dibînin ku Îran bi dijminê kurdan re li hev dikin. Îran girtiyên kurd darve dike. Ev helwest li dijî qezenca kurdane.
Serokê Partiya Komeley Zehmetkêşan Mihemed Hekîmî jî bertek nîşanê darvekirinan da û got : “ Ev 35 sale rejîma Îranê pergala darvekirinê pêk tîne. Ev darvekirin ne cezane, rêbaza tolhildanê ye.
Nûnera PJAK’ê Arwîn Ahmedîpur jî da zanîn ku Îran bi darvekirinan dixwaze gelê kurd teslîm bigire û hêviyên wan yên azadiyê bişîkîne. Ahmedîpur diyar kir ku ev darvekirin dê meşa azadiyê ya gelê kurd asteng neke.
Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Karkeran a Sosyalîst Newzed Baban jî darvekirin şermezar kir û got ev şerma herî mezin ya li dijî mirovahiyê û got bila kurd li dijî vê bê deng nemînin.