Li Sîdneyê Kurdistanî û dostên wan ji bo Şengalê li hev civiyan
Li bajarê Awûstralya Sîdneyê qetlîama Şengalê hat protestokirin û banga xwedîderketina li Efrînê hate kirin
Li bajarê Awûstralya Sîdneyê qetlîama Şengalê hat protestokirin û banga xwedîderketina li Efrînê hate kirin
Li bajarê Awûstralya Sîdneyê, bi boneya salvegera qetlîama Şengalê, qirkirina Şengalê û êrîşên li ser Rojava û Efrînê hatin protestokirin.
Mîtînga ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya NSW'ê ve hatî organîzekirin, gelek Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn.
Li ser navê Komîteya Amadekar Hevserokê NCDK Tîmûr Xerzan axivî û weke xwedîderketina li Kobanê banga xwedîderketina li Efrînê kir.
Xerzan daxwaz ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, Dewleta Awûstralya û saziyên civaka sivîl kir ku bila Qetlîama Şengalê were naskirin.
Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' û 'Erdoganê Kujer' hatin berzkirin