Li Şêxmeqsûdê 3 leşkerên rejimê hatin kuştin

Li Şêxmeqsûdê 3 leşkerên rejimê hatin kuştin

Li taxa Şêxmeqsêd a Helebê pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û hêzên rejîmê de rû dan. Di encamê de 3 leşker hatin kuştin.

Navenda çapemeniya ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku, di çarçoveyên çalakiyên bersivdayînê de li taxa Şêxmeqsûd ku piraniya şêniya wê kurdin pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de 3 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, hêzên rejîma Baas di seetên piştî nîvro de hewl dan têkevin taxa Şêxmeqsûd. Di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de leşkerek li ber benda kontrolê ya Mexselêt El-Cezîra û li devera El-Ewarêd 2 leşker hatin kuştin.