Li Şêxmeqsud şer: 2 leşker hatin kuştin, 3 birîndar bûn
Li Şêxmeqsud şer: 2 leşker hatin kuştin, 3 birîndar bûn
Li Şêxmeqsud şer: 2 leşker hatin kuştin, 3 birîndar bûn
Li Şêxmeqsud di nava hêzên rêjîmê û YPG’ê de pevçûn rû dan. Di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 3 birîndar bûn.
Hêzên rêjîma Baas di benda kontrolê ya El-Cezîrê re êrîş kirin û hewldan ku tekevin taxa Şêxmeqsud ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li wir parastina taxê dike. Şervanên YPG’ê bersiva êrîşkaran da û encamê de pevçûn derket, 2 leşker hatin kuştin û 3 birîndar bûn.
Di nava 2 rojên dawî de Hêzên rêjîma Baas ev cara 2’emîne ku hewildide têkeve taxa Şêxmeqsud de.Alîgirên rêjîmê û leşkerên rêjîmê di saetên nîvê şevê de bi refan êrîşî benda kotrolê ya YPG’ê dikin. Di encamê de pevçûn derket û 2 leşker hatin kuştin û 3 birîndar bûn.
Çavkaniyeke YPG’ê diyar kir ku Pevçûnên dijwar di navbera şervanên wan û hêzên rêjîmê ên ku hewildidan têkevin taxê de rû dan û di encama berxwedana şervanên YPG’ê de 2 leşker hatin kuştin û 3 birîndar bûn û tu ziyan ne gihişte şervanên YPG’ê.
Hate hînbûn ku heta niha pevçûn carcarna li derdora Mexselêt El-Cezîrê derdikevin.