Li Şêxmeqsud pevçûn: 5 leşker hatin kuştin

Li Şêxmeqsud pevçûn: 5 leşker hatin kuştin

Li Taxa Şêxmeqsud a Helebê di nava Lîwai Cebhet El-Ekrad û hêzên rêjîma Baas ên ku duh di saetên şevê de xwestin têkevin taxê de pevçûn rû da. Di pevçûnan de 5 leşkerên rêjîmê hatin kuştin.

Li gorî ajansa ANHA, Navenda Çapemeniyê ya Lîwai Cebhet El-Ekrad bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên rêjîmê û alîgirên wan duh piştî nîvê şevê êrîşî taxa Şêxmeqsud Şerqî kirin. 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şervanên Lîwai Cebhet El-Ekrad bersiva hêzê rêjîmê û alîgirên wan dan, di encama bersivdayinê de pevçûn rû dan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di pevçûnan de 5 leşkerên Suriyê hatin kuştin û tu ziyan ne gihişte şervanên Lîwai Cebhet El-Ekrad.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku roja înê şervanê Lîwai Cebhet El-Ekrad Xelîl Hesen Daşir yê di tabûra Şehîd Qaso de cihê xwe diger, dema ku dixwest ji avhiyekê here avahiyekê ku qernasên rêjîmê li ser bûn, hate sîûqast kirin û jiyan xwe jidest da.

Hate hînbûn ku pevçûnên li derdora Şêxmeqsud Şerqî di navbera Lîwi Cebhet El-Ekrad û hêzên rêjîma Baas de domdikin.