Li Serêkaniyê gundekî din hat rizgarkirin
Li Serêkaniyê gundekî din hat rizgarkirin
Li Serêkaniyê gundekî din hat rizgarkirin
Hêzên YPG’ê li herêma Serêkaniyê di 1’ê mijdarê de operasyona şoreşgerî da destpêkirin û gundekî din yên di destê El Qaîdeyê de bû îro rizgarkirin. Di çar rojên dawî de hejmara gundên hatine rizgarkirin gihaşt 10’an.
Hêzên YPG’ê di 1’ê mijdarê de li dijî Dewletî Îslamî Iraq Şamê (IŞÎD), Eniya El Nûsra û komên bi van re tevdigerin, operasyon da destpêkirin û opersyon didomin. Îro gundê Mişrafa ya li ser riya Hasekê û Serêkaniyê ji destê El Qaîdeyê rizgar kir.
Hejmara gundên ku YPG’ê ji destê wan derxist gihişt 10’an. Rojên 1-2’ê mijdarê gundên Micêbre, Tîl Camûs, Katûfa Bakur, Katûfa Başûr, Edlo, Hîlwa Çaçan û Tîl Hîrmît û nokteya kontrolê ya gundê Katûfa û mezrayên dora vî gundî rizgar kir. Her wiha benzînxaneyek û hemû nokteyên kontrolê yên navbera Serêkaniyê û navçeya Ebû Rasen ketin destê YPG’ê. Di 3’ê Mijdarê de jî gundên Qisêr û Tîldiyar hatin rizkirin û tanqek û buldozrek hat girtin.