Li Serêkaniyê cara duyem dibistan ketin betlanê
Li Serêkaniyê cara duyem dibistan ketin betlanê
Li Serêkaniyê cara duyem dibistan ketin betlanê
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê duh êvarê di encama êrîşa Çeteyên El Qaîdeyê de, gule û topên hawanê ketin navçeyê û ji ber vê cara duyem dibistan ketin betlanê.
Li Serêkaniyê di encama êrîşa Çeteyên El Qaîdeyê de guleya hawanê îsabetê mala Îdrîs Akgul kir û jiyana xwe ji dest da. Roja duyeşmê dibistan hatibûn betalkirin. Îro jî dîsa li Serêkaniyê dibistan ketin betlanê.
Midûrê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Serêkaniyê Mehmet Emîn Dagli, da zanîn ku li Serêkaniya aliyê sînor pevçûn didomin û ji ber vê gule dikevin navçeya wan jî û got: “Ji ber pevçûnên dijwar ji ber ku xwendekarên me tiştekî neyînî nejî me dibistan rojekê navber dayê.
Li aliyê din, duh êvarê di êrîşa Çeteyên El Qaîdeyê de YPG’ê bersiv da û heta nîvê şevê pevçûnan berdewam kir. 150 kesên bertek nîşanê pevçûnan dan û gotin ewlehiya canê wan nîne duh xwestibûn bi Qeymeqam re hevdîtinê bikin lê qeymeqam hevdîtin pêk neanî. Li ser vê gel daket kolanan. Li baxçeyê Konaxa Hikûmetê çalakiya runiştinê pêk hat. Ji taxên cuda yên navçeyê gel çû baxçeyê Konaxa Hikûmetê û piştgirî dan çalakiyê. Polîsan bi zorê ew ji wir dur xistin.