'Li ser wî çarşeva bi xwîn hebû'

'Li ser wî çarşeva bi xwîn hebû'

Alî Haydar Yildiz ji ber 6 guleyên li bedena wî ketin şeht bû, li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdag 2 tê ragirtin. Ger ne ji hevalên wî yên di hucreyê de be, ew nikare bijî. Ji roja ku birîndar bû 8’ê tebaxê û vir ve jiyanek ku janê dide wijdana mirovan jî dijî. Ji ber ku binê wî nehate paqijkirin bi rojan di nava terxê xwe de ma. Gotin ‘bêhna pîs jê tê’, bijîşk jî nehatin ba wî. 4 meh in nekariye xwe bişû. Li gel birînên guleyan, niha jî ji ber razana zêde pişta wî bûye birîn. Jankuj û antibiyotîk êdî bi kêrî tiştekê nayên. Li gel vana hemûyan, rêveberiya girtîgehê gokên biçûk ên ji bo egzerîsê jî jêre gelek dît.

Alî Haydar Yildiz, roja 8’ê tebaxa 2012’ê îdîaya tevlî şêlandina zêrîngirekî li Pendîka Stenbolê bûye, bi 6 gulleyan hate birîndarkirin. Piştî birîndariyê, polîsan ew bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kartalê.

Ji ber serlêdana Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ya Stenbolê, parêzer Gulîzar Tuncer û Fazil Ahmet Taner li girtîgeh û nexweşxaneyê bi Yildiz re hevdîtin pêk anîn.

NE LI SER HIŞÊ XWE BÛ, POLÎSAN XWEST ÎFADEYA WÎ BIGIRIN

Li gorî agahiyên ku her du parêzerên Yildiz dane, gava Yildiz li nexweşxaneyê ne li ser hişê xwe bû, polîsên Şaxa Têkoşîna bi Terorê re hatine û xwestine bi darê zorê îfadeya wî bigirin. Hat diyarkirin ku bijîşkan bi awayeke dereng mudaxeleyê Yildiz kiriye û ji ber wê jî şeht bûye. Piştî ku demek di nexweşxaneyê de dimîne ew dibin girtîgehê.

4 MEH IN SERÊ XWE NE ŞÛŞTIYE

Piştî ku hefteyek li Metrîsê dimîne, ji wir jî dibin Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdag 2. Rêveberên ÎHD’ê û parêzer Fazil Ahmet Tamer û Gulizar Tuncer, piştî çavdêriyên xwe wiha rave kirin:

"Alî Haydar Yildiz, bi sedyeyê anîn hevdîtinê û pir xirab bû, li ser wî çarşevek bi xwîn hebû, bi sedyeyê ve hatibû girêdan. Her wiha, ji bo mîstinê xortim hatibûn girêdan. Ji roja bûyerê heta niha 4 meh in qet serê xwe neşûştibû.”

HEFTEYÊ CAREK TENÊ BINÊ WÎ HAT PAQIJKIRIN

Yildiz bi rêya parêzeran da zanîn ku gava ew di beşa revîre ya Girtîgeha Tîpa T ya Metrîsê de bû, hefteykê tu kesek li hewara wî nehat, ji ber ku ji navtengê û jêrtir ê bedena wî tevnagere, loma nikare bi xwe rabe û binê xwe paqij bike. Yildiz da zanîn ku li wê derê hefteyê tenê carekê binê wî hatiye paqijkirin.

GOKÊN EGZERSÎZÊ JÎ NEDAN WÎ

Li gel birînên guleyan, niha jî ji ber razana zêde pişta wî bûye birîn. Jankuj û antibiyotîk êdî bi kêrî tiştekê nayên. Li gel vana hemûyan, rêveberiya girtîgehê gokên biçûk ên ji bo egzerîsê jî jêre gelek dît û lê qedexe kirin.

RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ BI PARÊZERAN RE HEVDÎTIN NEKIR

Parêzer Tuncer û Taner ji bo rewşa girtiyê şeht (felc) Alî Haydar Yildiz, xwestinbi rêveberiya girtîgehê û bijîşkan re hevdîtinê pêk bînin. Lê ev daxwaz nehate qebûlkirin. Parêzeran tenê karîn bi memûrên înfazê re hevdîtin pêk bînin. Ji parêzeran re gotin k rapora Yildiz şandine girtîgehê lê nizanin dê kengî bê.

'DIVÊ TAVILÊ SERBEST BÊ BERDAN'

Parêzer Tuncer û Tamer ragihandin ku Alî Haydar Yildiz di şert û mercên dijwar û dijî mirovahiyê de tê ragirtin û dan diyarkirin ku nikare di girtîgehan de bijî. Parêzeran xwestin ji bo were dermankirin, divê tavilê serbest bê berdan.