Li ser sînorê Kobanê mayin teqiya: 2 birîndar

Li ser sînorê Kobanê mayin teqiya: 2 birîndar

Îro li ser sînorê di navbera herêma Kobanê û Bakurê Kurdistanê de mayînek bi koçberên ku li gundê Til Şeîr bi cih bûne de teqiya. Di Encamê de du kes bi giranî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya nûçegihanê ANHA Lezgîn Hawar, îro saet di 17.30’an de li ser sînorê di navbera herêma Kobanê û Bakurê Kurdistanê de 4 welatiyên koçber ên li gundê Til Şeîr ê rojavayê bajarê Kobanê dimînin, bi armanca xwarina xwe amade bikin, agir vêxistine û li dora agir rûniştine.

Di encamê de mayîneke ku di bin agir de hatibû çandin teqiya û 2 welatî bi giranî birîndar bûn. Herdu birîndarên bi navên Xelîl Şêxî (26) û Fazil Oso (35) ku ji gundê Gêrik ê başûrê Kobanê koçber bûne, rakirin nexweşxaneya bajarê Kobanê.