Li ser navê 34 qûrbaniyên Roboskiyê ji bo rayedarên Tirk kart

Li ser navê 34 qûrbaniyên Roboskiyê ji bo rayedarên Tirk kart

Li ser navê 34 kesên ku li Roboskê hatin qetilkirin, ji Serokomar, Serokwezîr û ji Serfermandarê Giştî yê Artêşê re, ji wezîran re û ji serokên komîsyonan re kart hatin şandin.

Hewldana Ji bo Edaletê ya Roboskê, li ser navê 34 welatiyên ku li Roboskê di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên tirk yên F-16 ve hatin qetilkirin, li Postaxaneya Yenîşehîrê ji rayedarên deweltê re kart şandin.

Di dema şandina kartan de Rojnameger Ayhan Bîlgen, Hevserokên BDP'a bajêr ya Enqereyê Ahmet Aday û Meral Vuranok jî di nav de gelek kes amade bûn. Di çalakiyê de pankarta "Bila kujer bên dîtin ji Roboskên din re na" hat vekirin, li ser navê Hewdana Ji bo Edaletê ya Roboskê Ezgî Kaman axaftinek kir.

Kaman diyar kir ku li Roboskê sûçê mirovahiyê hatiye kirin û ev tişt anî ziman: "Li ser vê komkujiyê re salek derbas bû. Lê hê ji kujerên vê kumkujiyê nehatine darizandin, ev şerma me hemûyan e."

Kaman diyar kir ku tişta li Roboskê qewimî dê tu carî ji bîr nekin û wiha pêde çû: "Em ê Roboskê nedin ji bîrkirin, ji bo em ji hemû rayedaran agahdar bikin, em ê li ser navê 34 welatiyên ku li Roboskê hatin qetilkirin, 34 kartan bişînin."

Piştî daxuyaniyê li ser navê Salîh Encu ji Serokomar Abdullah Gur, li ser navê Seyîthan Encu ji Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re, li ser navê Mehmet Encu ji Wezîrê Ewlekariya Mîllî Îsmaîl Yilmaz re, li ser navê Cîhan Encu ji Wezîrê Edaletê Sadullah Ergîn re, li ser navê Mehmet Tusun ji Serfermadarê Giştî yê Artêşê Necdet Ozel re û ji fernadarên hêzê, wezîr û ji serokên komîsyonan re kart hatin şandin.