Li ser destgîrkirina Zîrngast Viyanayê helwesteke tund nîşan da

Nûçegihan aktîvîstê Avûstûryayî Max Zîrngast ku nivîskarê pirtûka ‘Dorpêç Kobanê’ ye, li Enqerê hate destgîrkirin. Hikûmeta Viyanayê û saziyên nûçegihaniyê xwestin ku Zîrngast di cih de were berdan.

Rejîma Erdogan welatiyekî dî jî yê Ewropî rehîn girt. Diyar bû ku nûçegihan û aktîvîstê Avûstûryayî Max Zîrngast duh berê sibehê hate destgîrkrin. Agahiya destgîrkirinê li ser hesabê medyaya sosyal ‘re: volt’ê hate ragihandin, ku Zîrngast lê dixebitî.

Kovarê got li Tirkiyê hewl tê dayin hemû dengên muxalîf werin çewisandin lê di vê bi ser nakevin û bi domdarî got Zîrngast li Tirkiyê dijî, ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Avûstûryayê Thomas Schnoll ji Ajansa Nûçeyan a Avûstûryayê (APA) re axivî û got, li ser rewşa Zîrngast ew bi rayedarên Tirk re ketine têkiliyê. Berdevk zêde agahî neda, rêxistina Nûçegihanên Sînornenenas (RSF) xwest ku cih de Zîrngast were berdan.

 ‘NIVÎSANDINA LI SER KURDAN NE SÛC E’

Serokê Komeleya Nûçegihanên Avûstûryayî (OJC) Fred Turnheîm li ser destgîrkirina Zîrngast herlwesteke hişk nîşan da. Turnheîm daxuyaniyeke nivîskî da û got, ‘’Êdî rehînekyekî dî jî yê Erdogan heye. Em vê ji Erdogan re dibêjin; lêkolîna li ser AKP’ê û Kurdan ne sûc e, ev peywireke nûçegihaniyê ye. Hevalê me demildest divê were berdan.’’

Zîrngast di nav nivîskarên pirtûka ‘Dorpêça Kobanê’ de ye, ku 2015’an bi Elmanî hatibû weşandin, her wiha Zîrngast li ODTU’yê ji bo xebatên akademik bike li Tirkiyê dijî.